Bi hezaran leşkerên deryayî yên DYE’yê sewqî Rojhilata Navîn hatin kirin
Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku nêzîkî 3,500 leşkerên deryayî û deryavanî hatin Rojhilata Navîn; operasyonên li dijî Tengava Hurmuz û giravên wê di rojevê de ne.
Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku nêzîkî 3,500 leşkerên deryayî û deryavanî hatin Rojhilata Navîn; operasyonên li dijî Tengava Hurmuz û giravên wê di rojevê de ne.
Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku nêzîkî 3,500 leşkerên deryayî û deryavanî yên bi keştiya êrîşê ya amfîbî USS Tripoli roja Înê gihîştin Rojhilata Navîn.
Li gorî daxuyaniyê, ev yekîne girêdayî Yekîneya Ekspedîsyonê ya Deryayî ya 31emîn de li herêmê hatine bicihkirin. Li gorî Wall Street Journalê ev yekîne ji personelên perwerdekirî yên operasyonên leşkerî wekî daketina li peravê, bi paraşûtê dadikevin giravan û keştiyan desteser dikin pêk tên.
New York Times ragihand ku dibe ku leşkerên deryayî û deryavanî beşdarî vekirina Tengava Hurmuz a ku ji ber şerê DYE-Îsraîlê ya li dijî Îranê hatiye girtin, bibin. Heta niha bê Hêzên Deryayî wê beşdarî kîjan operasyonan bibin zelal nebûye, lê tê texmînkirin ku di êrîşên ser giravên di nav tengavê de cih bigirin.
Di keştiyê de balafirên veguhastinê, yekîneyên taktîkî û balafirên şer ên êrîşê hene. Wêneyên ku ji hêla CENTCOM’ê ve hatine weşandin nîşan didin ku leşker kask, beçavk û cilên şer li xwe kirine.